Print this page

Li Iraqê terorîstên DAIŞê tên darvekirin!

01:28:38

 

Rojava News: Serokomarê Iraqê Fuat Masum biryara darve kirina 36 terorîstên DAIŞê ku berpirsyarê hezar û 700 leşkerên ku li bajarê Tîkrîtê di 12ê Hezîrana 2014an hatin qetilkirin tê dîtin, erê kir.

Rayedarên Iraqê ragihandin ku 36 terorîstên DAIŞê wek berpirsê ku li Kampa Speicherê ya Tîkrîtê bi hezaran leşker qetl kirin tê dîtin di vê hefteyê de bên darvekirin. Serokomarê Iraqê tevî hemû bertekên rêxistinên mafên mirovan biryara darvekrina terorîstên DAIŞê erê kir.

Leşkerên ku ji qetlîamê xilas bûn, eşkere kiribûn ku terorîstên DAIŞê leşkerên dîl girtibûn bi kamyona biribûn devê çem û ji nêz ve gulebaran kiribûn. Terorîstan bi taybetî jî leşkerên ku şîe bûn qetl kirin.

 

Malbatên leşkerên ku hatin qetlkirin daxuyandin ku ji biryarê gelek kêfxweşin. Rêxistinên mafên mirovan jî diyar kirin ku van kesan di bin şkenceyê de îtiraf kirine û derbarê sucdar kirinê de jî delîlên teqez tine ne.