Print this page

Rûsya: Balafirên me ku ji Îranê rabûn li Sûriyeyê li DAIŞê dan!

13:12:46

 

Rojava News: Hat ragihandin ku balafirên rûsî Su-34 ku ji Baregeha Hamedanê ya Îranê rabûn li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê bombebaran kirin.

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên me yên Su-34 ku ji Baregeha Hamedan a Îranî rabûn li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê du baregehên navendî û kampeke perwerde ya rêxistina terorîst a DAIŞê îmha kirin.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên Su-34 hedefên xwe bi bombeyên OFAB-500î îmha kirin, di encama êrişa hewayî ya li ser çeperên rêxistinê milîtanên biyanî jî di nav de 150 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

Her wiha wezaretê di dirêjiya daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên Su-35S ku niha li Baregeha Hmeymîmê ne parêzvaniya jetên Su-35 ê ku ji Îranê rabûn kirin û piştî operasyonê hemû balafir bi serkeftî û bê pirsgirêk vegeriyan baregehên xwe