Rojava News: Fisk dibêje; Serokkomarê Tirkiyê Erdogan wê di derbarê Sûriyê de li gel Rûsyayê gavên hewbeş bavêjin.
Nivîskarê rojnameya Independent dîrektorê beşê Rojhilatanavîn Robert Fisk dibêje; Serokkomarê Tirkiyê Erdogan wê di derbarê Sûriyê de li gel Rûsyayê gavên hewbeş bavêjin. Û wê Erdogan dostaniya xwe ya berê li gel Esad nûjen bike.
Li gor Fîsk , Serokkomarê Tirkiyê Erdogan piştî serdana Rûsya’yê wê bi Esad re bikevê danustendinekê germtir.
Lê ji aliyê din ve jî ew nêzîkbûn dijbereyê Sûriyê yên ku Tirkiyê maqar girtibûn dixê nav xefete kê.