Print this page

Îranê di derbarê Sûriyê de hişyarî da Amerîka!

Rojava News: Îranê, bikarbirina hêzekê ya li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esad de hişyarî da Amerîkayê. Eger mudexaleyek wiha pêk were dê Tehran dawî li peymana çekên kimyewî bîne.

 

Komara Îslamiya Îranê hişyarî da Amerîka, ku êrişê Sûriyê û rêveberiya Serokê Sûriyê Beşar Esed neke.

 

Îranê Washington hişyar kir, ku eger hêza leşkerî li dijî Beşar Esed bi kar bîne, dê Tehran dawî li peymana çekên kimyewî bîne.

 

Rojnamevanê Wall Strret Journal a Amerîkayê Jay Solomon li ser hesaba xwe ya twitterê de twittek belav kiriye û tê de ragihand ku: Îranê gef li Amerîkayê xwariye eger li dijî Beşar Esat operasyonek leşkeri pêk bîne dê peymana çekên kimyewî ku mor kirine ji paşve bikşîne.