12:34:47
Rojava News: Şêwirmendê Serokê Parlamentoya Îranê Huseyin Emîr Abdullahiyan di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku tevgera terorîstan li Iraq û Sûriyeyê ewlehiya neteweyî ya welatê me dixin xeteriyê û ji bo ku em vê tehdîdê beralî bikin lewma me leşkerên pispor şandin wan welatan.
Huseyin Emîr Abdullahiyan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke hûn li tevger û çalekiya terorîstên DAIŞê li Sûriyeyê û derbasbûna wan a Iraqê temaşe bikin hûnê ferq bikin ku ev terorîst ji bo Îranê tehdîdeke eşkere çêdikin. Lewra Îran û Iraq xwediyê sînorekî hevpar û pir dirêj in. Lewma şopandina tevger û fealîyetên terorîstan ji bo Îranê mijareke ewlehî ye û pir girîng e. Em nikarin ji vê tevger û hewldanên grûbên terorîstî re bêdeng bimînin."
Emîr Abdullahiyan di dirêjiya axaftina xwe de got: " Li herêma Rojhilata Navîn hem dost û hem jî hevalbendên me hene. Peyameke me girîng ji bo wan heye, di şertên herî giran de jî Îran wê piştgiriya wan bike. Pêşeroja gelê herêmê ji bo me ne tiştekî erzan e. Em wekî dewleteke misilman nikarin ji bûyerên dewleteke misilman a cîranê xwe re bêdeng bimînin. Lewma me pisporên xwe yên leşkerî şandin Iraq û Sûriyeyê û bi vê biryarê me xwest em piştgiriya dost û hevalbendên xwe bikin, herî zêde jî ev kiryar ji bo ewlehiya neteweyî ya welatê me bû. Îran di mijara tekoşîna dijterorîzmê de wê piştgiriya xwe ji bo mirovên masum bidomîne."