Print this page

Armanca rasteqîn a operasyona Cerablusê, kurd in

10:11:08

 

Rojava News: Piştî ku Tirkiyeyê bajarê Cerablusê yê Rojavayê kontrol kir, pisporan ragihand ku Enqere dê operasyonên xwe berdewam bike ta ku rê li ber “kembera kurdî” li dora sînorê xwe bigire.

Generalê sûrî yê malnişîn Turkî Hesenî teqez kir ku operasyona Tirkiyeyê ne tenê Cerablus be. Hesen bi rojnameya Izvestyayê re axivî û wiha got: "Bi ihtimaleke mezin amerîkiyan rê da kurdan ku deverên xwe ava bikin. Enqere dizane ku zû yan dereng ev pêkhate dê ber bi axa wê jî ve biçe. Lerwa yekîneyên Tirkiyeyê ketin Cerablusê ta ku rê li ber kembereke kurdî bigirin ku ji Qamişloyê heta Efrînê biçe".

 

Herwiha Hesenî diyar kir ku operasyona Cerablusê êrîşek e li ser yekîtiya axa Sûriyeyê. "DIBE GAVA BÊ, BAB BE" Ji aliyekî din ve, Leonid Isayevî diyar kir ku HSD piştî rizgarkirina Minbicê berê xwe dabû Babê û wiha dewam kir: "Kurd dixwazin kemberekê li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê çêkin. Enqereyê jî bersiva vî tiştî bi operasyona Cerablusê da. Dibe ku gava bê, operasyona Babê be".

Ji Îranê daxuyaniya operasyona Cerablusê Akademesiyen û nivîskar Gerard Chailanî bi rojnameya Le Figaroyê re axivî û bal kişand ser hindê ku heta berî demeke kurt tirkan nedixwest têkeve Sûriyeyê ji ber Rûsyayê û wiha got, "Tirkiyeyê operasyona li Sûriyeyê ji DAIŞê bêtir li dijî kurdan da destpêkirin. Tirkiye dê ticarî nehêle herêmeke yekperçe ya kurdan li Sûriyeyê çêbibe."

Chailanî îdia kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî biryarên giring li Rûsyayê dane û wiha pê de çû: "Moskovayê pejirand ku li yekîneyên Tirkiyeyê nexin û li beramberî wê jî wan qebûl kirku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad jî li ser hukmî bimîne. Ev rewş jî ji Enqere, Şam û Moskovayê jî baş e."