13:41:26
Rojava News: Li gel hişyariyên raportorê Netewên Yekbûyî (NY) Ehmed Şehîd jî 12 kesên din li zîndaniyên Kerecê hatin darve kirin.
Herçend raportorê NYê yê taybet bo mafê mirov ê Îranê Ehmed Şehîd daxwaza ragirtina darvekirina 12 zîndaniyên bi tometa bazirganiya madeyên hoşber kirine kir jî, îro ew 12 zîndaniyane li zîndana Kerecê hatin darve kirin.
Li gel hişyariyên raportorê Netewên Yekbûyî (NY) Ehmed Şehîd jî 12 kesên din li zîndaniyên Kerecê hatin darve kirin.
Li gor zanyariyên navenda nûçeyên komeleya çalakên mafê mirov li Îranê îro 27.08.2016ê 12 zîndaniyên bi tometa bazirganiya madeyên hoşber dadgeh kirin, hatin darve kirin.
Ehmed Şehîd di beyanameya xwe de, derbarê darvekirina wan 12 kesan de nîgeranî diyar kiribû û hişyarî dabû Îranê. Li gor Ehmed Şehîd û li gor yasayên navnetewî bazirganiya madeyên hoşber nakeve nav tewanên cîdî ku bê darvekirin.
Li gor zanyariyên bi dest ketine wan 12 kesên zîndanî 24.08.2016ê bi armanca pêkanîna cezayê darvekirinê ve, birine cîhên takekesî yên zîndana Kerecê û ji bo cara dawiyê jî malbatên xwe bibînin ji wan re rê dane.
Li gor malpera HERANA navê 9 kesên hatine darvekirin waha ne: Elî Riza Mededpûr, Behmen Rezayî, Arman Behramî, Elî Riza Esedî, Muhsîn Îslamî, Mehdî Rustemî, Emîr Serxae, Elî Riza Serxae û Husên Bayramî û sê kesên din ê ku navên wan nehatin aşkera kirin hatine darve kirin.