13:48:42
Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê vîdyoya 5 zarokên ku dîlên şerî dikuştin par ve kir. Di nava dîmênên zarokan de yekî brîtanî jî heye. Ev yekemîn vîdyoye ku zarokekî biyanî têde ye.
Rêxistina terorîst a DAIŞê vîdyoya 5 zarokên ku dîlên şerî dikuştin par ve kir. Di nava dîmênên zarokan de yekî brîtanî jî heye. Ev yekemîn vîdyoye ku zarokekî biyanî têde ye.
Li gorî nûçeya rojnameya The Sun a brîtanî, rêxistina terorîst di vîdyoya xwe ya kuştinî de cara yekemîn zarokekî biyanî bi kar anî. Di vîdyoyê de zarokên ku emre wan di navbera 10 û 13an de dîlên kurdên sûriyeyî înfaz dikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, di nava zarokên di vîdyoyê de zarokekî îngîlîz bi navê Ebu Abdullah el Brîtanî jî heye. Hat ragihandin ku ev cara yekemîn e rêxistina terorîst zarokekî biyanî di vîdyoyeke kuştinî de bi kar tîne.