Print this page

Li Kerbelayê êrişa xwekujî: 18 kuştî û gelek birîndar

13:36:11

 

Rojava News: Li bajarê Kerbelayê ku li başûrê rojavayê Bexdaya Iraqê dikeve êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de herî kêm 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêrê çavkaniyên herêmî li Kerbelayê duhî bi şev di dawetekê de êrişeke xwekujî pêk hat û di êrişê de herî kêm 15 sivîl hatin kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve li gorî nûçeya APyê hejmara kuştiyan 18 in. Heta niha tu kes an jî rêxistinan êrişa xwekujî negirtine ser xwe.