23:39:26
Rojava News: Tirkiyê piştî bertekên Amerîka yên derbarê operasyona Cerablusê û nerazîbûna wî welatî li hember êrişên bo ser Hêzên Kudî de, daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî bertekên Wezareta Parastina Amerîka (Pentagon), Berdevkê Wezareta Parastina Amerîka, Berdevkê Koşka Spî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di hevpeymaniya li dijî DAIŞê yên derbarê operasyona Cerablusê û derbasbûna Artêşa Tirkiyê bo nav axa Sûriyê de, îro daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî li ser navê Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç hatiye dan û tê de amaje bi armanca operasyona Tirkiyê li Cerablusê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Tirkiye daxuyaniyên rayedarên Amerîka derbarê armancên operasyona Tirkiyê li Sûriyê bi qebûlnekirî bi nav dike û hatiye gotin, ku Balyozê Amerîka yê li Enqerê bangî Wezaeta Derve ya Tirkiyê hatiye kirin û Enqerê nerazîbûna tund a xwe li hember helwesta Washingtonê aniye ziman.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand: “Em li bendê ne, ew soza ku Amerîka da me ku li gorî wê piştî operasyona Minbicê ti endamên PYDêû YPGê li rojavayê Firatê nemînin, bi zûtirîn dem were cîbicîkirin.”
Tanju Bilgiç herwiha got: “Armanca operasyona Mertala Firatê zelal e. Operasyon di çarçoveya yasayên navdewletî de û me ji bo parastina serweriya xwe û rêzgirtin li yekparçebûna axa Sûriyê pêk aniye. Operasyon dê berdewam be, heta wê dema ku belaya terorê welatiyên Tirkiyê dilgiran bike.”
Bilgiç destnîşan kir: “Piştî daxuyaniyên desthilatdarên Amerîka derbarê armanca operasyona Mertala Firatê de, li ser asta bilind a dîplomatîk bertekên pêwîst bi Balyozê Amerîka yê li Enqerê hatiye gihandin û jê re hatiye gotin, ku ev cure daxuyanî bi ti awayî nayên qebûlkirine û li gel bingehên hevpeymanîtiyê de hev nagirin.”