10:14:23
Rojava News: Piştî ku Hêzên kurdan bajarê Minbicê yê li bakurê Sûriyeyê rizgar kir û rêxistina DAIŞê jê qewirand, gelek belge û wêneyên ku têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞê û rêxistinên din ên terorê re eşkere dikin hatin bidestxistin.
Li gorî nûçeya malpera SkyNewsê ku wêneyên belgeyan jî tê de hatiye weşandin, di wan belgeyan de eşkere dibe bê çawa hinek saziyên Tirkiyeyê rê li ber derbasbûna şervanên biyanî vedike ta ku derbasî Sûriyeyê bibin û tev li DAIŞ û rêxistinên din bibin. Herwiha derbasbûna çek û ceblixaneyan jî hêsan dike.
Ji aliyekî din ve, şervanên kurd wêneyên şervanan ji welatên Soviyeta berê, Endonîzye, Sirbiye û Bosnayê jî weşandin bê çawa di sê salên dawî de ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn. Herwiha wêneyên hinek ereban jî di nav wan de hene ku bi piranî ji Misirê ne ku li gorî nivîsa malperê tiştekî mentiqî ye û sedema wê jî wiha diyar dike: "Ev tişt jî mentiqî dixuyê ji ber ku her kes dizane ku Tirkiye rêxistina Birayên Misilman dihewîne û têkiliyên Tirkiyeyê bi terorîstên Misirê re."
Di nav belgeyan de, wêneyên destûra mayîna demkî û kart û belgeyên din hene ku deshilata Tirkiyeyê bi xwe de ye û bi wan belgeyan eşkere dibe ku mesele ne meseleya qaçaxçitiyeke biçûk e. Ji aliyekî din ve, hinek belge hene ku nîşan didin ku tirk bi xwe derbasî nava axa Sûriyeyê bûne ta ku tev li DAIŞê bibin wek rojnivîska tirkekî ku berê leşker bû.
Herwiha hinek belge hene ku ji danûstendin û nameyên DAIŞê pêk tên derbarê hêsankirina derbaskirina amûran ji Tirkiyeyê û hêsankirina dermankirina birîndaran li Tirkiyeyê. Di dawiyê de nûçe balê dikişîne ser hinek belgeyan, diyar dikin ku saziyên Tirkiyeyê bi xwe wî kar dikin ku şervan, cebilxane û amûran derbas dikin. Heta hinek belge hene ku nav û hejmarên telefonan jî di wan de hene.