Print this page

Li İraq: 7 kesên biyanî hatin îdamkirin

10:42:30

 

Rojava News: Wezareta Dadê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 7 kesên biyanî bi tohmeta piştgiriya karên terorîstî hatin îdamkirin.

Wezîrê Dadê yê Iraqê Heyder Zamlî di daxuyaniya xwe de ragihand ku dosyayên wan 7 kesane li gorî rêkarên yasayî yên dadgehê hatine birêvebirin û piştî pesend kirina Serokomarê Iraqe Fûad Mesûm hatine darvekirin.

Heyder Zamlî dema darvekirina wan 7 kesane eşkera nekiriye lê ragihand ku ew heft kesên ku hemwelatiyên biyanî yên ereb bûn û tewanbarbûn bi pêkanîna karên terorîstî li Iraqê.

Ji ber şerê eşîrî û êrişa rêxistina tund a DAIŞê û rêxistina terorîstî ya El-Qaîdê bi hezaran çekdarên ereb û ewropî berê xwe dane Iraqê û beşdarî karên terorîstî yên bixwînî kirine.