12:03:10
Rojava News: Hîndekarê Zanîngeha Sabanciyê Bulent Aras di gotara xwe ya kovara National Interestê de ragihand ku armanca operasyona Tirkiye ya Cerablusê dest xurtkirin e.
Hîndekarê Zanîngeha Sabanciyê Bulent Aras di gotara xwe ya kovara National Interestê de ragihand ku armanca operasyona Tirkiye ya Cerablusê dest xurtkirin e. Gelek pisporên siyasî vê operasyona Tirkiye ya Cerablusê wekî armanca pêşgirtina kurdan dinirxînin.
Bulent Aras di berdewamiya gotara xwe de got: "Di nava 5 salên dawî de hedefên Tirkiye yên krîza Sûriyeyê bi awayekî cidî guherînin. Enqere niha dixwaze di mijara çûna Esad û têkiliya jeostratejîk a bi Îran û Rûsyayê de û her wiha di maseya mûzakereyan a piştî şerê Sûriyeyê de dixwaze rola xwe xurt bike."
Zanistê siyasî Fuad Shabbazov jî gotara xwe ya rojnameya Jeruselam Postê de got: "Enqere armanca xwe ya sereke ku kete nava Sûriyeyê eşkere nake, lê metirsiya wê ya herî mezin bi piştgiriya Amerîkayê pêşketinên PYDê ye.