Print this page

Tirkiyê û Amerika li ser sînor sîstema fûzeyan birêkdixin!

02:34:09

 

Rojava News: Amerîkayê ragihandin Sistema moşekan HIMARS ji bo şerê li dijî DAIŞê li sînorê Tirkiyê yê nêzîk sînorê Sûriyê bicî kiriye û bi wê sistemê li cihêb DAIŞê dane.

Balyozxaneya Amerîkayê yê Enqereyê li ser medyaya civakî ragihand, sistema moşekan HIMARS li Tirkiyê saz kirine.

Di peyama Balyozxaneya Amerîkayê de wiha hatiye gotin, li dijî rêxistina DAIŞê ev gava herî nû ya hevkariya Amerîka û Tirkiyê ye.

Nûnerê Taybet ê Barack Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk jî her dîsa li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got: “Hêzên Amerîkayê bi sistema HIMARS a nû şandî duh bi şev li cihên DAIŞê yên li Sûriyê  nêzîkî sînorê Tirkiyê dan.

Tirkiyê û Amerîkayê beriya niha li ser bicîkirina sistema navborî lihev kiribûn.