Print this page

Sererkanê bere yê Tirkiyê: Dewleta Kurdî pirsgrêkek mezin e!

21:04:07

 

Rojava News: Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk Ilker Başbug got, “Em li sînorê Iraqê hemtixûbê Barzanî ne. Lê ew der jî bibe dewleteke serbixwe, pirsgirêkek cidî ya ewlehiyê dê derbikeve.”

Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk Ilker Başbug di hevpevîneke bi rojnameya Hurriyetê de  ragihand piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê, Artêşa Tirk trawmayeke cidî derbas dike.

Ilker Başbug wiha got: “Operasyona Cerablûsê bandora trawmayê hinek kêm kiriye. Lê li herêmê hin rewşên ji hêzê mezintir hene.”

Başbug pirsa “Gelo operasyona Mertala Firatê pêngaveke biaqilane bû?” wiha bersivand: “Operasyoneke pêwîst bû û jixwe ev operasyon dereng mabû. Çimkî Sûriye niha bûye 4 perçe.”

Axaftina xwe wiha domand: “17ê Tebaxa 2013ê Abdullah Ocalan gotibû, ‘Li Sûriyê hêzên me dê bibin aktorê sereke. Divê em herêman xweser ava bikin’. Piştî 3-4 mehan li Cezirê û piştre li Efrînê herêman xweser ragihandin. Em li hemberî vê yekê bêdeng man.”

PKKê digot ‘cara yekemîn e di bin kontrola me de heremek dê hebe.’ Iraqê (mebesta wî Başûrê Kurdistanê) weke axa nabinin ji ber ku li wê derê bi Barzanî re lihevnakin. Lê bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistaê)  yekser di bin kontrola PKKê de ye.”

Başbug pirsa “operasyona Mertala Firatê dê heta ku derê here?” jî wiha bersivand:

“Bibêjin me kurt bigrin dibe ku heta Mareyê here. Lê ev yek metirsiyê li ser ewlehiya me ranake. Ji bo kûrahiyê divê heta Minbic yan heta Elbabê here. Ew der 20-30 kilometre ye. Ji bo rejima Esed Heleb girîng e. Dibe ku ew yek bi Rûsyayê re hatibe gotûbêjkirin.

Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk herwiha got:“Em li sînorê Iraqê hemtixûbê Barzanî ne. Lê ew der jî bibe dewleteke serbixwe pirsgirêkek cidî ya ewlehiyê dê derbikeve. Ez wiha dibînim.”