14:13:01
Rojava News: Fermandarê tacikî Gulmurod Halimov ku Amerîkayê ew perwerde kiribû û paşî ji bo kuştina wî xelat danîbû, bû berpirsê herî bilind ê DAIŞê yê operasyonên Iraqê.
Fermandarê tacikî Gulmurod Halimov ku Amerîkayê ew perwerde kiribû û paşî ji bo kuştina wî xelat danîbû, ji terefê rêxistina terorîst a DAIŞê ve wekî berpirsê herî bilind ê operasyonên qada Iraqê hat tayînkirin.
Gulmurod Halimov berê di nava hêza taybet a Artêşa Tacikîstanê de mîralay bû û wekî nîşangir (Sniper) wezîfe dikir. Halimov sala borî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku tevlî rêxistina DAIŞê bûye û Amerîkayê jî ji bo kuştina 3 milyon dolar xelat danî serê wî.
DAIŞê Halimov wekî berpirsê seranserê Iraqê yê rêxistinê tayîn kir. Nûçeya tayînkirina Gulmurod Halimov ji terefê ajansa Al Sumaria ku dispêrê çavkaniyekî li herêma Ninovayê û bi ewle ragihandiye.
Al Sumaria di berdewamiya nûçeya xwe de dibêje: "Piştî ku berpirsê rêxistina DAIŞê yê seranserê Iraqê Ebû Omer el Şîşanî ku wekî navê Çeçen dihate zanîn di meha tîrmehê de hat kuştin, Halimov li şuna wî hat tayînkirin."
Perwerdehiya xwe li Amerîkayê dît Ji aliyê din ve Gulmurod Halimov ji terefê hikumeta Tacikîstanê ve wekî qaçax lê tê gerîn. H
alimov di dema borî de ji bo perwerdeya tektîkên şer ên taybet bibîne ji terefê hikumetê ve çibû Amerîkayê û di nava hêza dijteror û ewlehiya dîplomatîk ên girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkayê de perwerdeya taybet dîtibû.