Print this page

Muftiyê Erebistanê: Îranî ne misilman in, zerdeştî ne!

12:51:33

 

Rojava News: Muftiyê mezin ê Erebistana Siûdî bi tundî êrişî Îranê kir û got, Îranî ne misilman in, ew mecûsî (zerdeştî) ne! Îranê jî bersivek tûj da wî.

Muftiyê mezin ê Erebistanê, Ebdulezîz Şêx duh ji rojnameyeke Erebistanê re axivî û bersiva êriş û rexneyên rêberê Îranê Elî Xaminêyî da.

Ebdulezîz Şêx di bersiva Xaminêyî de ku gotibû “rayedarên Erebistanê zalim û rûreş in” got, îranî ne misilman in. Ew zarokên mecûsiyan (qesta wî zerdeştî ye) in, dijmintiya wan bi misilmanan re bi taybet bi sunniyan re pir kevn e.

Li hember wan gotinên muftiyê mezin ê Erebistanê, Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zerîf li ser twîttera xwe bersivek tûj da û got, “Rast e îslama îraniyan û piraniya misilmanan bi radîkalîzma nijadperest a ku muftiyê wehabî û damezrênerên Siûdî yên terorîzmê, behs dikin, pir cuda ye”.

Xaminêyî, di salvegera bûyera mirina heciyên îranî li bajarê Mekkê de gotibû, rayedarên Erebistanê yên zalim û rûreş, bi enqest heciyên îranî dane kuştin! Di bûyera mirina heciyan de ku par ji ber qerebalixiyê qewimî, bi hezaran hecî miribûn ku di nav wan de zêdetirî 450 heciyên îranî jî hebûn.