22:53:56
Rojava news: Rûsya derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de daxuyaniyek da û dilgiraniya xwe li hember pêşveçûnên leşkerên wî welatî di nav axa Sûriyê de anî ziman û Hişyarî da Enqerê ku xwe ji her pêngavekê dûr bigire, ku rewşa li Sûriyê ne aramtir bike.
Wezareta Derve ya Rûsya têkildarî operasyona Tirkiyê ya bi navê “Operasyona Mertala Firatê” di nav axa Sûriyê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de, Rûsya dilgiraniya xwe li hember operasyona Tirkiyê û çekdarên komên dijbereya Sûriyê û pêşveçûnên wan di nav axa Sûriyê de ragihand û tekez kir, ku Moskow bi fikarem mezin li wan pêşhatan dinêre.
Wezareta Derve ya Rûsya wiha got: “Em ji pêşveçûnên leşkerên Tirkiyê û çekdarên dibereyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, nîgeran in.”
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên Artêşa Tirkiyeyê bêyî destûra hikûmeta rewa ya Sûriyê û Encumena Asayişa Navdewletî pêk tên.
Wezareta Derve ya Rûsya tekez kir: “Ew çalakî û operasyon desthilatiya Sûriyê û yekrêziya axa wê dixe binê şikê. Di vî warî de helwesta Şamê rewa û li gorî hiqûqa navdewletî ye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Pêngavên Tirkiyeyê rewşa siyasî û leşkerî ya Sûriyê zêdetir aloz dike û dibe ev çalakî bandoreke neyînî li ser tevgerên agirbest, başbûna rewşa mirovî, hewldan û xebatên navneteweyî bike.”
Moskow herwiha bang li Enqerê kir û daxwaz kir, ku “Tirkiye xwe ji her pêngavekê dûr bigire ku rewşa Sûriyê ne aram û kirêza li wî welatî kûrtir bike.”