Print this page

İsal ji Îran xelk naçin hecê!

13:01:52

 

Rojava News: Piştî rêvebiriya Îranê rêxistina Hizbullahê jî ji ber ku Erebîstana Siûdî bergiriyên ewlehî yên pêwist nagire ji bo dilxwaz û endamên xwe çûna hecê qedexe kir.

Ji bo ku di serdana ferza hecê ya sala borî de di merasîma recmkirina şeytên a Mînayê de li gorî amareyên fermî 769 û li gorî doneyên nefermî jî zêdetirî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû. Rêvebiriya Îranê ji ber ku Erebîstana Siûdî bergiriyên ewlehî yên zêde nagire çûna hemwelatiyên xwe bo hece qedexe kiribû.

Rêxistina Hizbullahê ku wekî nêzîkî rêvebiriya Îranê tê zanîn wê jî biryarek wiha girt û çûna endam û dildarên xwe ji bo hecê qedexe kir.

Çavkaniyekî ji rêxistinê di hevpeyvîna xwe ya Ajansa Anadoluyê (AA) de ragihand ku ji ber gengeşiya di navbera Îran û Erebîstana Siûdî hemwelatî bêdil bûn ji bo çûna hecê, piştî biryara şerî ya Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney welatî dev ji çûnê berdan.

Ji aliyê din ve çavkaniyekî din ê rêxistina Hizbullahê di axaftina xwe ya Şark-ul Ewsatê de ragihand ku rêxistinê çûna hecê ji bo endamên xwe qedexe kir û yên ku li gorî vê biryarê tevnegerin dê ji rêxistinê werin avêtin. Her wiha çavkaniyekî din jî diyar kir ku rêxistina Hizbullahê li gorî biryarên şerî yê Xamaney tevdigere.