Rojava News: Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje, niha ti pilaneke Tirkiyê ji bo opoerasyona li dijî DAIŞê li Reqayê tine.
Piştî ku artêşa Tirkiyê bajarê Cerablusê yê Sûriyê girt, her kesî wisa hizir kir ku Tirkiye dê bjarên El Bab û Reqayê jî ji DAIŞê bistîne.
Lê berdevkê Erdogan, Îbrahîm Kalin di hevpeyvînekê de ji rojnameyeke Tirkiyê re diyar kir ku, ti pilaneke Tirkiyê di dema nêzîk de ji bo operasyona Reqayê tine û operasyona El Babê jî eger bibe, dê bi hemangiya li gel hêzên hevpeymaniyê were kirin.
Li ser avakirina herêmeke ewle li bakûrê Sûriyê jî, Îbrahîm Kalin got, “mixabin ev sal û nîvek e Serokomarê Tirkiyê behsa wê dike û danûstandinan ji bo wê dike, lê heta niha gav nehatine avêtin.”
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê ragihand ku, di civîna G20 de Serokomarê Tirkiyê avakirina herêmeke ewle li Sûriyê xistibû rojevê û herçend weke pirensîb kes li dijî wê derneketibû jî lê di piratîkê de kesî piştgirî nedabûyê.