10:39:40
Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand ku, Tirkiyê helwesta xwe ya li hemberî serokê Sûriyê Beşar Esed nerm kiriye.
Piştî civîna Wezîrên Derve yên Koma Welatên Serbixwe ya li paytexta Kirgizîstan Bîşkekê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê di daxuyaniyeke de wiha got: Tirkiyê êdî têgihiştiye ku, hebûna terorîstan ya li Sûriyê ji bo yekîtiya wan ya netewî metirsiye.
Derbarê peywendiyên Mosko û Enqereyê de jî Lavrov wiha da zanîn û got:Niha peywendiyên me baş dibin. Di helwesta Tirkiye û gelek welatên din ya li hemberî Sûriyê de nermbûn çêbûye.
Lavrov bal kişand ser çareseriya krîza Sûriyê û li ser helwesta hin welatan ya li hemberî Esed jî wiha got:Êdî îdiayên Esed wê sibe biçe û emê piştre li ser siberoja Sûriyê baxivin, nemaye.