11:02:18
Rojava News: Hat ragihandin, ku Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Navendiya Iraqê û Amerîka li ser operasyona Mûsilê li hev kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê, Mesûd Barzanî, îro li Hewlêrê bi Wezareta Pêşmerge û nûnerên Hikûmeta Navendiya Iraqê û Amerîkayê re civînek pêk anî.
Di vê civînê de, çend berpirsên ewlehî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê, Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Selman, Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê, General Stephen J. Townsend, Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Ken Gross û hejmarek şêwirmend û berpirsên leşkerî yên wî welatî û herwiha Cîgirê Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Zêydî û çend berpirsên din ên leşkerî yên Iraqê amade bibûn.
Li gorî agahiyan, di vê civîna 3 alî de, derbarê destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê de gotûbêj hatin kirin û hat ragihandin, ku Hewlêr, Washington û Bexda li ser operasyonên li hev kirine.
Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, di vi civînê de “têkbirina DAIŞê li bajarê Mûsilê weke armanca hevbeş” a hemû aliyên beşdar hat binavkirin û tekezî li ser karê hevbeş di navbera Pêşmerge, hêzên Iraqê û hevpeymanan hat kirin.
Daxuyaniyê da xuyakirin, di beşeke din a civînê de, behsa hûrgiliyên plana kontrolkirina Mûsilê hat kirin û herwiha “beşdarbûyên civînê li ser çawaniya hevrêziya navbera Hêza Pêşmerge, Hêzên Iraqê û Artêşa Amerîka û hevpeymanan di operasyona kontrolkirina Mûsilê de li hev hatin.”
Herwiha di vê civînê de, Barzanî destxweşî li hewlên hêzên hvepeymanan û hêzên Iraqê û Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û hêvî kir: “Karê hevbeş û hevrêzî di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqê di kontrolkirina Mûsilê de zemîneya kûrbûna biratî, dostatî û baweriya navbera her du aliyan baştir bike.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de amaje bi wê yekê jî kir, ku ew hêvîdar e “kontrolkirina Mûsilê bibe sedema dawîanîna bi arîşe û zehmetiyên xelkê parêzgeha Mûsilê û herwiha bibe faktorek bo rêgirtin ji serhildana terorê û hizra tundrewiyê jî.”