11:23:13
Rojava News: Milîtanê DAIŞê yê bi navê Ebu Suheyb (Muhammed El Kurdî) ku li Stenbolê dijî îdîa kir ku hikumeta Tirkiye û DAIŞê teqesa dîlan kir.
Li gorî nûçeya Zeynep Yunculera rojnameya Birgunê, milîtanê rêxistina terorîst ê DAIŞê Ebu Suheyb di operasyona Mertalê Firadê de ji gewriya xwe birîndar bû û ji bo dermankirinê vegeriya mala xwe ya Stenbolê.
Muhammed El Kurdî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye û rêxistina terorîst a DAIŞê tim di nava xwe de teqesa dîlan dikin. Salek berê jî dîsa bûyereke teqesa dîlan çêbû, serbaz û leşkerî Artêşa Tirkiyeyê bi 12 fermandarên DAIŞê re hatin teqeskirin. Bazareke wiha hatibû kirin û ev bi tu awayî ji çapemeniyê re neyê gotin. Tirkiye ev bûyer ji herkesi veşart. Li gorî rêbaza rêxistinê pêşî bazare û paşî mawe tê dayîn û heke ew daxwaz û di wê maweyê de neyên bicihanîn dîl têne kuştin.
El Kurdî di hevpeyvîna xwe de got: "Berîya Artêşa Tirkiyeyê dest bi operasyona Mertalê Firadê ya Cerablusê bike rêxistina terorîst a DAIŞê ji wir vekişiya. Jixwe dema Artêşa Tirkiyeyê kete nava Cerablusê rêxistina DAIŞê tu berxwedan neda û bi paş ve vekişiya."
Milîtanê DAIŞê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rêxistina Ehrar-uş Şamê ku bi El Qaîdeyê ve girêdayî ye piştgirî da operasyona Cerablusê. Artêşa Tirkiyeyê herî dawî salek berê çekên giran hezar doçka dane rêxistina Ehrar-uş Şamê."