Rojava News: 22 Çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) ku di şerê li Giwêr de birîndar bibûn jiyana xwe ji dest dane û bi tometa sîxûriyê jî 4 çekdarên xwe bidarvekirin.
Berpirsê Ragihandina Liqa Partî Demokrata Kurdistan`ê PDK bo ragihand ku, piştî şerê li Giwêrê ku zêdetirî 100 Çekdarên Rêxistina teröristî DAIŞê birîndar bibûn 22 ji wan birîndaran li nexweşxanayea Mûsil`ê mirin.
Memozînî got: Her îro bi tometa sîxûrî û pêdana zanyariyan bi hêzên Pêşmerge li Navçeya Giyare 4 çekdarên xwe bidarvekirin.