Print this page

Di nav xwarinê de jehr dane Ebûbekir Bexdadî û 3 mezinên DAIŞê!

 

 

Rojava News: Tê gotin ku serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û 3 mezinên DAIŞê hatine jehrîkirin.

Malpera iraqî ya SomeriaNews, ji zarê rayedarekî parêzgeha Mûsilê eşkere kiriye ku Ebûbekir Bexdadî duh piştî ku li devera Behac a Mûsilê firavîn xwariye, nexweş ketiye.

Li gorî nûçeya malperê, ji bilî Bexdadî 3 mezinên din ên DAIŞê jî pê re nexweş ketine û derketiye holê ku hatiye jehrîkirin, lewma di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de birine cihekî veşartî.

Hat gotin ku piştî wê bûyerê, çekdarên DAIŞê dest bi lêpirsînê kirine û gelek kes jî ji ber wê bûyerê girtine.