13:19:31
Rojava News: Piştî ku turîstekî îranî li navçeya Fatiha Stenbolê li cafeyekê di encama kêrkirinê de hat kuştin, rêvebiriya Îranê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin.
Piştî ku turîstekî îranî li navçeya Fatiha Stenbolê li cafeyekê di encama kêrkirinê de hat kuştin, rêvebiriya Îranê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin û ji wan xwest ku ji herêmên ne ewle xwe dûr bixin.
Balyozxaneya Îranê li Enqereyê metnekî hişyariyê ji çapemeniya Îranê şand û ragihand ku welatiyên ku serdana Tirkiyeyê dikin bi la xwe cihê qelebalix û ne ewle dûr bixin. Hinek turîstên îranî li Tirkiyeyê bi bûyerên nexweş re rû bi rû dimînin. Her wiha îranîyên ku serdana Tirkiyeyê dikin û li wir niştecih in bila bale bidin nûnerî û balyozxaneya Îranê.
Roja pêrşembeya borî li taxa Kemalpaşaya Fatihê ya Stenbolê 2 turîstên îranî ku çûbûn resturandekê ji ber hisabê zêde îtîraz kiribûn û rastî êrişa 6 kesan hatibûn, di şerû pevçûnê de turîstekî îranî bi kêrê hatibû kuştin.