Print this page

Li ser xeta sînor ya Kilîsê teqîn çêbû

 

Rojava News: Teqemeniyek ku tê texmînkirrin ku ji aliyê herêmeke ayidî DAIŞê ve hatiye avêtin, li erdeke vala ya li Kilîsê ket. Ji ber teqemeniyê li herêmê agir derket.

Teqemeniyek hêj cureyê wê nediyar e û tê gotin ku ji herêma ayidî DAIŞê ve hatiye avêtin li erdeke vala yê gundê Akinciya Kilîsê ket.

Teqîn danê êvarê pêk hat û di encamê de li herêmê şewat derket. Ji ber teqînê zirar negihaşt ti kesan. Tîmên ewlehiyê çûn herêmê û derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.