Rojava News: Hat ragihandin hêzên Erebistana Siûdî êrişî merasîma cenazeyek ya hêrêmek ku di bin kontrola Husiyan a li Sanaya paytexta Yemenê de kir û di encamê de herî 140 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahiyan cihê teziyê li hêrêma di bin kontrola Husiyan a li Sanaya paytexta Yemenê de rastî êrişa asmanî hat.
Li gorî agahiyên çavkaniyên tenduristî di encama êrişê herî kêm 140 kes hatine kuştin û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûne.
Televizyona El-Mesira îdia kir ku êriş ji aliyê hevpeymaniya ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike ve hatiye encamdan.
Hêzên hevpeymaniyê hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.