Print this page

DAIŞê biryarekî nû ji bo nimêjên rojane derxist!

12:18:52

 

Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê biryarekî nû û ecêb derbarê hejmara nimêjên rojane de derxist, ku dervey baweriya hemû mislimanan e.

Hate îdîakirin ku DAIŞê li Mûsilê 2 ferzên nimêjê qedexe kir û biryar da ku rojane tenê 3 caran nimêj bê kirin.

Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî ragihand, “Ji ber ne aramiya rewşa nav Mûsilê û nêzîkbûna dema operasyonê, rêxistina DAIŞê 5 ferzên rojane yên nimêjê kurt kirine û biryar derxistiye ku tenê 3 danan nimêj bê kirin.”

Memûzînî daxuyand ku li gorî biyarên rêxistinê dê nimêjên kurtkirî di mizgehftan de bên kirin û kesên ku pêwîstiyên vê biryarê pêk neynin jî dê bi 30 şelaqan bê cezakirin.

Hêjayê gotinê ye ku DAIŞê beriya niha jî li Mûsilê dema bangdana li mizgeftan qedexe kiribû. Bi gotina rêxistinê dema bangdanê hikûmeta Iraqê diyar kiriye û ew jî nûnertiya mislimanan nake.