13:18:34
Rojava News: Gotûbêjê hêzên çekdar ê Îranê Mesûd Cezayîrî, îro daxuyaniyek da çapemeniya Îranê û tedbîqat ango manora deryayî ya heftiya berê ya Erebistana Siûdî wek tedbîqatekî lewaz pênase kir û got; ‘’Erebistana Siûdî ne di wê astêda ye ku bikare bê hember me.’’
Li gor raporta malpera Mîhr, Cezayîrî ew tedbîqata Erebistana Siûdî wek; meş û tedbîqatekî sade û asta nizim de pênase kir û got: ‘’Herçend Erebistana Siûdî hewl da wê tedbîqatê bi rêya çapemeniyê ve pir belav bike, ku deng bide û asta wê jî bilind nîşan bide, lê li gor çavdêriya ku me kir, ew tedbîqat asta wê pir nizim bû.’’
Li ser egerê êrîşa Erebistana Siûdî ya li ser Îranê jî ragehand: ‘’Ne tenê Erebistana Siûdî, hemû hevpeymanên wan jî nikarin karekî waha pêkbînê, bi taybet Amerîka jî nikare.’’
Çarşema borî Erebistana Siûdî tedbîqatekî leşkerî li kendav û deryaya Ummanê de pêkanî, ku bi navê Mertala yek a Kendavê pêkhat û tedbîqat herî mezin a dîrokî li wê derê pêkhatî tê pênase kirin.