12:37:59
Rojava News: Di nîqaşên mana leşkerên tirk ên li Kampa Başîqayê Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sedr jî tevlî bû ji Erdogan re got: "Leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne yan em ê bi zorê wan ji Iraqê biqewirînin."
Nerazîbûna li hemberî hebûna hêzên tirk a li ser axa Iraqê zêde dibin. Piştî Serokwezîrê Iraqê Ebadî û hinek rayedarên din ên Iraqê, vê carê Serokê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda El Sedr, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hişyar kir.
Muqteda El Sadr ragihand ku hebûna hêzên tirk mijarek ne rewa ye û got: "Ya herî baş ewe ku Erdogan hêzên xwe bi awayekî bi hurmet ji Mûsilê derxîne yan ew ê werin qewirandin. Ey Erdogan! di serî de xwedê misilmanên li Tirkiyeyê ji zilm û gefên te biparêze.
Paşê îdîa dike ku dixwazî misilmanên Iraqê biparêzî. Em wekî gelê Iraqê amade ne gelê Mûsilê biparêzin. Ger mebesta te ji misilmanan, DAIŞ be, ev yek nîşaneya piştgiriya te ya ji bo DAIŞê ye. Bi vî awayî mafê me heye ku em gazincan ji te bikin."