Print this page

Encûmena parêzgaha Nînowa: Rewşa nav bajarê Mûsilê têkçûye

13:28:22

 

Rojava News: Endamekî encûmena parêzgeha Nînowa aşkera kir, piştî destpêkirina operasyona Pêşmerge rewşa nav bajarê Mûsilê têkçûye.

Îro 17.10.2016ê endamê encûmena parêzgeha Nînowa Xezwan Dawudî  ragihandiye ku ’’Encûmena parêzgeha Nînowa û parêzger, beyanameyek belav kirin, ku di temamê beyanameyê de hatiye destnîşan kirin ku rewşa nav bajêrê Mûsilê têkçûye û hêza DAIŞê ya şer kirinê nemaye.’

Herwaha got, îro gelek gundên mezin ên parêzgeha Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hate azadkirin û got: ’’Daxwaz li xelkê bajarê Mûsilê kiriye ku alîkarê hêzên ewlehiyê bin û piştevaniyê lê bikin’’. Herwaha got li gelek cîha xelk li dijî DAIŞê rawestaye û ji wan xwastine ku bajêr vala bikin.