12:31:33
Rojava news: Çekdarên DAIŞê avahiya parêzgarê Neynewa ku, dikeve cadeya El-Cimhoriyê linava bajarê Mûsilê teqand.
Îro danê sibehê çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê avahiya parêzgarê Neynewa bi bermîleke bombekirî teqandin, di encam de li avahî û dukanên derdorê ziyaneke mezin rû da.
Li gor heman jêderî çekdarên DAIŞê avahiya nifûsê û pasportan jî li navçeya Bab El-Bîd li rojavayê Mûsilê şewitandine.
Di 17ê vê mehê de operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge destpê kir.