11:51:55
Rojava News: wezîrê navxweyî yê Libnanê "Nihad Meşnûq" roja borî duşemê diyar kir ku ti cihê koçberên nû nema li Libnanê piştî ku hejmara penaberên li welat gihan behtirî yek miliyon î.
Meşnûq piştî hevdîtina xwe bi cîgira nûnêrê pêl bilind yê rêxistina penaberan "Kelly t. Climints" diyar kir: "biryarên me zelal in, nema koçber derbasî welat dibin, ji bilî rewşên mirovahî yên dijwar." Û amaje kir ku Sînorên Tirkiya û Îraqê ji yên Libnanê ji koçberan re nêzîktirin.
Wezîrê Libnanî bi nûnêrê pêl bilind re rewşên penaberên Sûriya gotûbêj kirin, û herweha bandorên mana penaberan li ser rewşa welatên mêvandar yên aborî û civakî.
Herweha weîrê navborî amajekir ku hikûmeta Libnanê hemû karê li ser xwe dike ta vê kirîzê çareser bikin, û herweha diyar kir ku divê hemû rêxistinên alîkariyê di mijarê jiyanê de alîkariya hikûmetê bikin, û ne tenê alîkariyê bidin rêxistinên navwelatî.