Print this page

Mûsilê: Artêşa Iraqê berê xwe da 6 gundan

12:28:04

 

Rojava News: Hêzên Artêşa Iraqê di çaremîn roja operasyona Mûsilê de, ji eniya Geyare ve berê xwe dane 6 gundên başûr û rojhilatê Mûsilê.

Li gorî zanyariyan Heşda Şeibî û hêzên ewlekariya Iraqê ji bo kontrolkirina gundên Seydawa, Mekûk, Xebatiye, Menawir, Selahiye û Xinasîtê operasyonek berfireh dane destpêkirin.

Artêşa Iraqê duh jî gundê Kanî Heramî kontrol kiribû.

Artêşa Iraqê di roja sêyem a operasyonê de çend gund dorpêç kirin û navendên çekdarên di nava wan gundan û bi taybet gundên Kanî Heramî, Ebasiye, Selamiye û Xizir Ilyas dane ber top û hawinan.

Artêşa Iraqê di heyama 2 rojên destpêkê yên operasyonê de, 12 gund li sînorê navçeya Hemdaniye û bajarokê Nemrûdê kontrol kiriye û niha jî li sînorê başûrê rojhilatê Mûsilê şerê kontrolkirina Ebasiye û çend gundên din dide.

Herweha di heyama 2 rojên borî de, Artêşa Iraqê li başûrê rojhilatê Hemam Elîl hejmarek gund kontrol kiriye û li gorî planê piştî kontrolkirina gundê Ebasiye, hêzên iraqî dê êrişî gundê Xizir Ilyas û Selamiye bikin.

Eve di demekê de ye ku îro danê sibê Hêzên Pêşmerge li eniyên Başîk, Tilsiqof, Bendava Mûsilê û Nawêran ve dest bi operasyoneke berfireh kirin û heta niha karîn gelek gundan kontrol bikin.