Print this page

Li Mûsilê 6 hezar çete hene

12:42:19

 

Rojava News: Serokê Hêzên Taybet ên Artêşa Iraqê Talib Şixatî diyar kir ku li Mûsilê nêzî 6 hezar çeteyên DAIŞê hene.

Serokê Hêzên Taybet ên Artêşa Iraqê Talib Şixatî li Hewlêrê ji rojnamegeran re aşkere kir ku li gorî zanyariyên wan, li Mûsilê nêzîkî 6 hezar çeteyên DAIŞê hene.

Şixatî her wiha keyfxweşiya xwe anî ziman ku pêşmerge û hêzên Iraqê mil bi mil li dijî çeteyan şer dikin û ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ'ê, daxwaziya serkeftinê kir.