10:56:01
Rojava News: Artêşa Iraqê ragihand, yek ji şêwirmend û alîkarên xelîfe”yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî nêzîkî Mûsilê hat kuştin.
Artêşa Iraqê eşkere kir ku di encama êrişa balafirên şer ên Iraqê de, alîkar û şêwirmendê Ebûbekir Bexdadî bi navê Ebû Usame li devera Til Siqofê ya Mûsilê hatiye kuştin.
Hat gotin ku komek çekdarên DAIŞê jî bi Ebû Usame re hatine kuştin.
Hinek malperên iraqî wêneyek jî belav kirine û gotine, ew wêne ya Ebû Usame ye lê heta niha ew wêne ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrastkirin.