Print this page

Tirkiyê dixwaze Heleb û Mûsilê pêkve girêde!

11:48:30

 

Rojava News: Rojnameya Yeni Şefeq a Tirkiyê di gotara serekî de amaje bi wê yekê kiriye ku, pêwîste Tirkiyê bajarê Heleb û Mûsilê bihev girêde jiber heger herdu bajar aram nebin û metirsiya terorê li ser Tirkiyê hebe..

Di hejmara îro24 Cotmehê ya rojnameya navborî de Ibrahîm Keregol amaje bi wê yekê kiriye ku, bajarê Helebê li bakurê Sûriyê û bajarê Mûsilê li Bakurê Iraqê jibo Tirkiyê gelekî girîngin, lewma pêwîste Tirkiyê bi şêweyekî rasterast destêwerdanê di wan herdu bajaran de bike û wan bi Tirkiyê ve girêde.

Keregol di gotara serekî ya Rojnameya Yeni Şefeq de nivîsiye: “Pêwîste Trikiyê Heleb û Mûsilê pêkve girêde û hêla navbera wan jibo xwe biparêze û wê yekê li hustê xwe bigre. 

Herwiha nivîsiye: “Pêwîste Tirkiyê bêyî fikarê jî bike beşdarî operasyona Mûsilê û Helebê bibe, herwiha bêyî ku guh li kesî bike divê Heleb û Mûsilê pêkve girêde û piştre dikare herdu bajara bixe ser Tirkiyê, jiber parastina herdu bajaran ji dest çûye.”