Print this page

Bizane 24 se,etên bûrî de çend dever li Sûrî û Îraqê wêran bû

RojavaNews:Balafirên cengê yên hevpeymaniya navdewletî bi fermandariya Emerîka di 24 seetên bûrî de 26 oporasyonên asmanî li dijî pêgehên DAIŞ li Sûrî û Îraqê encam dane .

Serkirdayetiya hevbeş ya hêzên hevpeymaniyê di daxuyaniyekî de ragihand ku : “ Di van herdu rojên bûrî de balfirên hevpeymaniya navdewletî 26 êrîş , 15 li Sûriyê û 11 li Îraqê li dijî pêgehên DAIŞ encamdane “ .

Li gor daxuyaniya hêzên hevbeş , 15 êrîş li Sûriyê hatine pêkanîn , 11 li bajarê Kobanî hatine encam dan û li parêzgeha Helebê yekîniyeke tektîkî û li bajarê Hesekê jî 2 yekîne û topavêj hatine armanckirin .

Di daxuyaniyê de herweha hatiye ku li Îraqê jî 11 cara pêgehên DAIŞ hatine armanckirin , 4 li Bîcê û li her yek ji Rotibe û Tacî û Feloce carekî û 2 caran li Remadî ku di encam de ziyanek mezin gihandiye çekdarên DAIŞ .

Rêzan Osman