Print this page

DAİŞ 150 malbatên xwe derbasî Reqa kirin!

10:10:04

 

Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ′ê malbatên xwe ji Mûsilê veduguhêzin parêzgeha Reqa ya Sûriyê.

Li gorî zanyariyên hatine girtin;  çeteyên DAIŞ′ê malbatên xwe ji bajarê Mûsilê yê Iraqê derdixin, girûp girûp rêdikin xaka Sûriyeyê û li parêzgeha Reqayê bi cih dikin.

Hat zanîn girûpek ji 150 malbatên DAIŞ′ê û zarokên sêwî yê çekdarê rêxistinê ku mirine ji bajarê Mûsilê derketine û ber bi bajarê Dêrezorê ve çûne û dê derbasî parêzgeha Reqayê bibin.