Print this page

Mcgurk:Rizgarkirina Mûsilê nêzîk e

11:44:13

 

Rojava News: Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê Barak Obama, Bret Mcgurk amaje bi pêşveçûnên Artêşa Iraqê di Operasyona rizgarkirina Mûsilê de kir û ragehand ku, rizgarkirina Mûsilê nêzîk e.

Derbarê vê yekê Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê Barak Obama, Bret Mcgurk di hevpeyvîneka xwe de ligel radyoya Sewa ragehand ku, Leşkerên Iraqê bi xwîna xwe pêşvediçin û bi serdikevin.

Mcgurk da zanîn ku, rizgarkirina bajarê Mûsilê di demeke nêzî de ye, Herwiha tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê re kir.