Print this page

Ji %75 serbazên Îraq`ê ji Enbar`ê reviyane

Rojava News: Li gor nûçeyek Malpera almadenahnews , îro parlementerê Îraqê  yê bajarê Enbar`ê Adil El Mihlawî di civîneke rojnamevaniyê de aşkere kir ku, nêzîkî ji sedî 75 endamên Artêşa Îraq`ê ji bajarê Enbar`ê reviyane, jiber vê çend daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Heyder Ebadî kiriye ku lêkolîn û lêpirsîn di wê derbarê de encam bidin.

 

Daxuyaniya parlementerê Îraqî  yê bajarê Enbar`ê Adil El Mihlawî di demekê de ye ku, beriya niha Wezîrê Berevaniyê daxwaz kiriye ku artêşek şareza bê damezrandina û tayîfgeriya di nava artêşê de bê jinavbirin.

 

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, Wezareta Berevaniyê di beyannameyekê de ragihand ku Ebîdî digel şandeke serbazî ya Emrîkî stûnên pirçekkirina Artêşa Îraqê û bi hêzkirina wê bo rû bi rûbûna terorê gengeşe kiriye.

 

Her weha Serokkomarê Îraq`ê Fuad Me`esûm jî daxwaz lihavhatina netewî ji aliyên Îraqî kiriye ku bi rêya diyalogê arîşeyên navbera xwe de çareser bikin.