Print this page

Tirkiyê: Bila Trump xeletiyên Obama derheqê YPGê de rast bike!

10:22:15

 

Rojava News: Berdevkê serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bang li serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump kir, “siyaseta xelet” a Obama derheqê PYD/YPGê de rast bike.

Berdevkê Erdogan, Îbrahîm Kalim îro piştî ku encamên hilbijartinên serokatiya Amerîka hatin ragihandin, daxuyaniyek da û got, em pîrozbahî li gelên Amerîka dikin. Em rêzê li tercîha gelên Amerîka digirin.

Îbrahîm Kalin behsa operasyona Reqayê û tevlîkirina YPGê di şerê DAIŞê de jî kir û got, helbet em ji vê yekê aciz in û em vê siyaseta Obama xelet dibînin. Daxwaza me ji serokê nû yê Amerîka ew e ku vê xeletiyê rast bike.

Berdevkê Erdogan derheqê radestkirina Fethulla Gulen de jî got, em hêvîdar in rêveberiya nû ya Amerîka di vî warî de alîkariye me bike. Jixwe rêveberiya Obama tiştek di vî warî de nekir.

Li gorî agahiyên wî rayedarê Tirkiyê, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê zivistana îsal serdana Amerîka bike û bi serokê nû yê wî welatî Donald Trump re hevdîtin bike.