10:32:44
Rojava News: Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efu ya Navnetewî ku ragihandiye, milîsên Heşdî Şebî sivîlan îşkence dikin û dikûjin.
Rêxistina Efu ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de artêş û milîsên şîe yên Heşdî Şebî li Iraqê bi kuştina hejmarek hemwelatiyên sivîl ên başûrê Mûsilê ve tometbar kir.
Cîgirê rêveberê lêkolînan ê buroya Beyrûtê yê Rêxistina Efu ya Navneteweyî Leen Meiluf raghand ku hejmarek milîs bi cilûbergên polêsê îtîhadî ve hemwelatiyên gundekî başûrê Mûsilê kuştine.
Li gorî belgeyên rêxistinê ku komkirine, hêzên artêşa Iraqê, polêsê îtîhadî û milîsên Heşdî Şebî herî kêm li nahyeyên Şura û Geyareya başûrê Mûsilê şeş hemwelatiyên sivîl bi tometa ku endamê rêxistina terorîst a DAIŞê bûne gule baran kirine.
Herwiha li gorî Rêxistina Efu ya Navneteweyî 10 zilam û ciwanekî 16 salî ji aliyê hêzên Iraqê û milîsên Heşdî Şebî ve hatine îşkence kirin.