Rojava News: Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi tundî êrişî AKPê kir û got, AKP piştgiriya rêxistinên terorîstî yên mîna DAIŞ û El Nusrayê dike.
Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro di civîna meclisa partiya xwe de axivî û got, ji ber ku em rastiyan tînin ziman ratî êrişa AKPê tên.
Kemal Kiliçadaroglu her wiha got, lê her kes dizane ku AKP li derve pişta DAIŞ û El Nusrayê digire û di hundir de jî pişta PKK û rêxistina Gulen digire.
Serokê giştî yê CHPê diyar kir ku ew dê li ser rexnekirina AKPê berdewam bin û got, di heyama 14 salên borî de AKPê Tirkiye anî vê rewşê.