Print this page

HRW: DAIŞê li Mûsilê çekên kîmyayî bikar aniye

02:09:32

 

Rojava News: Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (Human Rights Wacht-HRW)  ragihand ku DAIŞê li nav bajarê Mûsil çekên kîmyayî bikar aniye.

HRWê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku çekdarên DAIŞê ji çeperên şer direvin, lê her tim êrîş dibin ser welatiyên sivîl û gefan li wan dixwin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “DAIŞ hewil dide xwe weke hêzeke parastina sunniyên herêmê bide nîşandan, di heman demê de çekên kîmyayî li dijî welatiyên sunnî bikar tîne.”

Li gorî HRWê, bikaranîna çekên kîmyewî hovîtiya çekdarên DAIŞê dide nîşandan.

Operasyona azadkirina Mûsilê ji roja 17 Cotmehê ve heta niha didome. Rayedarên artêşa Iraqê û fermandeyên Pêşmerge dibêjin, DAIŞ roj bi roj li nav Mûsilê de tengavtir dibe.