Rojava News: Hate ragihandin ku berpirsê hucreyên ji bilî Rojhilata Navîn ya DAIŞê di encama operasyonên balafirên şer ên Hêzên Hevpeyman de hat kuştin.
Berdevkê Artêşa Amerîkayê ya li Bexdayê Mîralay John Dorrian diyar kir ku koalîsyona li dijî DAIŞê di 12ê Mijdarê de nêzî bajarê Reqqayê operasyon pêk anîtine û di operasyonê de berpirsê hucreyên ji bilî Rojhilata Navîn ya DAIŞê Abd Ed-Basit El Iraqî hatiye kuştin.
Dorrian, derbarê operasyona Mûsilê de jî axivî û destnîşan kir ku pêşveçûna Hêzên Iraqê ya li rojavayê bajêr dewam dike û pêşveçûna wan li gorî planan diçe.