Rojava News: Hate ragihandin Koalîsyona Ereban ku pêşendiya wê Erebistana Siûdî dike agirbesta 48 saetan ya ji bo Yemenê qebûl kiriye.
Biryara agirbestê ku bi însiyatîfa Wezîrê Karên Derveyê ya Amerîkayê John Kerry di nav hefteyê de standibû, ji aliyê Abdrabdo Mansur Hadi û alîgirên wî ku Erebistan piştgiriya wan dike, ve nehatibû qebûlkirin.
Agirbest dê îro dest pê bike û te armanckirin ku di heyama agirbestê de hevdîtinên aştiyê ji nû ve dest pê bikin. Lê di heyema 20 mehan de ev cara 6an e ku agirbest hatiye ragihandin û ev 6 car jî bi ser neketine.
Şerê ku ji Adara 2015an dest pê kir û heta niha bi sedan zarok û herî kêm 7 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.