11:47:47
Rojava News: Li Tirkiyê li pêş avahiya Parêzgariya Edene teqînekê rû da. Di encamê de 2 kes hatin kuştin, 21 kes birîndar bûn.
Demjimêr 8'ê sibêya îro li pêş avahiya Parêzgariya Edenê di nav otoparkê de teqînek rû da. Di teqînê de avahiya Parêzgarî û avahiyên derdor zirar dîtin. Hat ragehandin teqîn li hemû deverên Edenê hat bihîstin.
Parêzgarê Edenê Mehmûd Demîrtaş da xuyakirin, êriş bi otombêlek hatiye kirin û li nêzîkî odeya parêzgariyê hatiye bicihkirin. Parêzgar got, tê texmînkirin êriş ji hêla jinek ve hatiye encam dan.
Parêzgar da xuyakirin, di êrişê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 21 kes jî birîndar bûne.
Rêyên derdorê parêzgariyê ji hatûçûnê re hatin daxistin û Derbarê bûyerê de qedexeya weşanê hat ragehandin.