Print this page

TSK: Dibe êrişa El Babê ji terefê hêzên rejima Sûriyeyê ve hatibe kirin

12:11:14

 

Rojava News: Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku dibe êrişa El Babê ya li dijî artêşa tirk ji terefê balafirên şer ên rejima Sûriyeyê ve pêk hatibe.

Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku dibe êrişa El Babê ya li dijî artêşa tirk ji terefê balafirên şer ên rejima Sûriyeyê ve pêk hatibe.

TSKê di daxuyaniya xwe de got: "Di çarçoveya Operasyonên Mertalê Firatê de di 24ê Mijdara 2016an seet li deerdora 03.30an li gorî pêşbîniyan êrişa ku ji terefê balafirên şer ên rejima Sûriyeyê pêk hat de 3 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan, yek jê giran 10 leşkerên me jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndarên ji bo dermankirinê bi awayê lezgîn sewkî nexweşxaneyan hatin kirin." Di berdewamiya daxuyaniya artêşê de ji bo malbatên leşkerên kuştî sersaxî hat xwestin û ji bo birîndaran jî daxwaza şifaya xêrê kirin.